Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Dibistan di Payîzê de Vebin


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê da zanîn ku dibistan divê di payîzê de vebin.

Hin eyaletên Amerîka dîyar kiribûn ku ewê jiber vîrusa korona dibistanan venekin.

‘’Dibistan divê di payîzê de vebin!!!’’ Trump nivîsî.

Trump careke din bo vîrusa korona ‘’vîrusa Çînê’’ nivîsî û da zanîn ku di rojên dawî de li Amerîka rêjeya mirinên jiber wê vîrusê daketiye.

Wî îdia kir ku Demokratan dê bo Çînê qedexeya rêwîtîyê ranegihandana û got ku ewê bi wî awayî pirtir kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest bidana.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 2,9 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 130,000 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG