Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Nancy Pelosi Nameyek Nivîsî


Serokê Amerîka Donald Trump berî dengdana bo împîçkirinê ya li Civata Nûneran, ji seroka wê civatê Nancy Pelosi re nameyek nivîsî.

Donald Trump di nameya bi şeş rûpel de endamên Kongresê yên Demokrat bi gotinên giran rexne kirin.

‘’Ew peyvajoya împîçkirinê, bi awayekî xirab karanîna erkdarîyê ya djî qanûna bingehîn e û di dîroka qanûndanînê ya Amerîka de, ku bi qasî 250 sal in heye, ti mînakeke wê tune’’ Trump nivîsî.

Wî da zanîn ku sedemên împîçkirinê yên li Komîsyona Dadê hatine pejirandin ne sûc in û dîyar kir ku jiber vê peyvajoyê girîngîya peyva ‘’împîçkirinê’’ kêm bûye.

Trump bi berdewamî îdia kir ku peyvajoya împîçkirinê ya Demokratan daye destpê kirin, ‘’hewildaneke darbeyê ya partîzan ya dijî hiqûqê ye’’ û da zanîn ku armanca wan ne tenê ew e, lê temamê Partîya Komarî ye.

Serokê Amerîka dîyar kir ku Demokrat zararê didin demokrasîya Amerîkî û got ku ew têkçûna di hilbijartina seroktîyê ya sala 2016’an de ji bîr nakin û encamên sindoqan nikarin bipejirînin.

Di nameyê de, Trump bal kişand ser axaftina bi Serokê Ukrayna Volodimir Zelenski re û da zanîn ku wî tiştekî şaş nekiriye, û ew li gor berjewendîyên Amerîka tevgerîyaye.

Serok Trump di berdewamîya nameyê de qala kuştina Rêberê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebu Bekir El Bexdadî, xurtkirina artêşê û peymanên bazirganîyê yên bi Meksîko û Kanada re kir û bi bîr xist ku ew di dema seroktîya wî de pêk hatine.

Trump îdia kir ku Demokrat mudaxaleyî hilbijartina Amerîka dikin û rê li ber dadê digirin û dîyar kir ku ewê Amerîkî di hilbijartina 2020’an de wan efû nekin.

XS
SM
MD
LG