Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Koçberên Neqanûnî Dewlemendîya Amerîka Didizin


Serokê Amerîka Donald Trump îro dîsa nerazîbûna xwe li hember koçberîya neqanûnî ji tixubê başûr ya bi Meksîka re dîyar kir û got ku dewlemendîya Amerîka “ji alîyê koçberan ve tê dizîn”.

Trump gazincan li pêla 1100 koçberan kir ku jiber xizanî û tundîya li Amerîkaya Navîn direcin û bo mafê penaberî ji ser Meksîka ve tên Amerîka.

"Hêza Meksîka heye ku nehêle ew karwanên mezin yên mirovan têkavin nav axa wê. Divê Meksîka wan li ser Tixubê Bakur bisekinîne ku ew neyên welatê me. Wekî din, qanûnên wan yên sînirê bê bandor in.”

Penaberên ku piranî ji Honduras hatine plan dikin ku xwe li ser sînorê Amerîkî radest bikin yan bi komên biçûktir têkevin nav Amerîka.

Sala borî jî komên biçûktir yên wî rengî giheştibûn Amerîka û heta niha doza 3 ji 200 penaxwazan bi serketî dawî bûbû û yên din jî hîn li benda biryarekê ne.

XS
SM
MD
LG