Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em Dixwazin Heta Dawîya Salê Perpûna Vîrusa Korona Çêkin


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku wan bo perpûna vîrusa korona dest bi ‘’operasyoneke lezgîn’’ kiriye.

Trump da zanîn ku ew dixwazin ku di demeke nêz de perpûna piştrastkirî ya virûsa korona bibînin û belav bikin.

‘’Em dixwazin heta dawîya salê perpûnê çêkin. Ez dibêjim emê di demeke kin de encamên pir baş bi dest xin’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku Amerîka bo perpûna vîrusa korona bi dewletên din re jî hevkarîyê dike û belavkirina perpûnê hazirîyê dikin.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 1,400,000 kes bi vîrusa korona ketine û 86,851 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG