Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Biryarnameyeke Ser Perpûnê Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî biryarnameyeke ser perpûnê îmza kir.

Li gor biryarnameyê, hemî perpûnên li Amerîka hatine çêkirin û hikûmetê sitandine, berî bo alîkarîyê ji welatên din re werin şandin, dê li hindurê welêt werin karanîn.

Trump berî merasîma îmzayê dîyar kir ku ger pêwîst be ewê li gor qanûna çêkirinê ya berevanîyê tevbigerin, lê da zanîn ku niha ew qanûn ne hewce ye.

Ti mekanîzmaya ku dikare wê biryarnameya Trump ya ser perpûna vîrusa korona bi awayekî tam bixe merîyetê tune, lê ew balê dikişîne ser qanûna çêkirinê ya berevanî ya sala 1950’an.

Serok Trump dîyar kir ku ew qanûn bi bandor e ku wî di rojên pêşî yên pandemîya vîrusa korona de jî qala wê qanûnê kiribû.

Ew qanûna ji salên Şerê Kore rê dide hikûmeta federal ku di demên krîzê de pêdîvîyan bi awayekî lezgîn ji kompanîyên sanayîyê bistîne.

XS
SM
MD
LG