Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Walîyê Berê yê Teksasê Perry Wek Wezîrê Enerjî Bijart


Walîyê berê yê eyaleta Teksasê, Rick Perry piştî hevdîtina ligel Trump xwane dibe

Serokê hilbijartî Donald Trump îro Çarşemê walîyê berê yê eyaleta Teksasê, Rick Perry wek wezîrê enerjî destnîşan kir.

"Rêvebirîya min wê bi misogerî bixebite ku sûdê ji çavkanîyên zengîn yên enerjî li wergire da ku Amerîka hewceyî welatên din neke û bo gelê me dewlemendî çêke. Ricky Perry, wek rêberê vê armancê dê karekî pir serketî bike," Trump di daxuyanîya xwe ya nivîskî de got.

Perry yek ji hevrikên berê yê Trump e û di dema kempeynê de ji Trump re gotibû ku ew pênceşerê parêzkarî anku konservatîzmê ye. Dû re ew dawî li berbijarîya xwe anîbû û gotibû ku Trump bijarê ye gel û piştgirî dabû wî.

Perry di yek ji gotûbêjên berbijarîyê de gotibû ku eger ew bibe serok, ewê wezareta enerjî ji holê rake.

Hêjayî balkişandinê ye ku wezareta enerjî xwedîyê nêzîkî 100,000 karmendan e û ji cebilxaneya navokî ya welêt û afirandina projeyên enerjî yên kesk berpirs e.

XS
SM
MD
LG