Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Qesira Sipî Ser Perpûna Vîrusa Korona ya Pfizerê Agahî Dan


Serokê Amerîka Donald Trump piştî hilbijartinên 3’yê Mijdarê cara pêşî derket pêş kamerayan û ser Operasyona Warp Speed ya bo perpûna vîrusa korona agahî dan.

Trump di preskonferansa li Qesira Sipî de da zanîn ku ew bo vaksîn(perpûna) vîrusa korona bi lezgînîya xwe pêşengîya cîhanê dikin û dîyar kir ku di 9 mehên dawî de li Amerîka dijî vîrusa korona wan bi her awayî têkoşîn meşandîye.

Wî got ku perpûna vîrusa korona ya ku kompanîya Pfizerê çêkiriye 90 ji sedê bi bandor e û da zanîn ku dibe ku di demeke nêz de hin perpûnên din jî derkevin.

Trump dîyar kir ku ew dê perpûnên vîrusa korona berê li xebatkarên alîkarîya demûdest, kal û pîran, û komên rîskên wan zêde belav bikin.

Serok Trump bi bîr xist ku wan bi Pfizerê re berê bo 100 mîlyon û dûre jî 600 mîlyon perpûnên vîrusa korona bi 1,95 mîlyar dolar peyman îmza kiriye.

Wî got ku perpûn li benda pejirandinên dawî ne û dîyar kir ku heta Nîsanê ewê bo hemî Amerîkîyan perpûn hazir bin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 10,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine 244,169 kes bi wê mirine.

Serok Trump, berî ku preskonferansa li Qesira Sipî destpê bike, abi rêya twîtekê raya giştî agihadr kirbû û nivîsandbû ku "Li baxçeya Qesra Spî -Rose Garden- dê piçtî 15 xulekên din me preskonferansê hebe."

XS
SM
MD
LG