Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Plaket Da Kûçikê Dabû Dû Bexdadî


Serokê Amerîka Donald Trump, li Qesira Sipî plaket û madalya da kûçikê bi navê ‘’Conan’’

Conan di operasyona dijî Rêberê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebubekir El Bexdadî de birîndar bûbû

Trump, xanima wî Melania Trump, Cîgirê Serok Mike Pence û Conan li Qesira Sipî tev derketin pêşberî kamerayan.

‘’Conan niha li cîhanê kûçikê herî navdar e. Wî dema operasyona Bexdadî dizanibû ku çi dibe’’ Trump got.

Wî da zanîn ku Conan ‘’qehreman’’ e û dîyar kir ku birînên wî kewîyane û ew vegerîyaye ser karê xwe.

XS
SM
MD
LG