Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê Fermî yê Komarîyan Donald Trump Kî Ye?


Donald J. Trump, ku serokê 45'an yê Amerîka ye, hewil dide ku cara duyê wek serok were hilbijartin.

Trump serokê sisêyan ye împîçkirî ye, lê ew paşê ji tawanên dijî xwe hate berat kirin.

Wî kempeyna xwe ya jinûve hilbijartina wek serokê Amerîka, di Hezîrana 2019an de li bajarê Orlando ya Florida, di bin slogana “Amerîkayê Xurt Bihêle- Keep America Great” ku formeke guherandî ya dirûşma sala 2016an “Amerîkayê Jinûve Xurt Bike-Make America Great Again” e.

Wî ji piştgirên xwe re got ku “Me careke bi serketî kir, niha emê careke din bikin û vê carê emê vî karî bi dawî bînin.”

Trump, berî ku bibe serok karsazeke navdar bû ku hîn kes wî serketî, hinekên din ji têkçûyî didît.

Wî di sala 2004'an de bi programa televîzyonî ya bi navê “The Apprentice,” pir hate nasîn ku hîngê di kanala NBC de dihat weşandin.

Trump di 2015'an de dest ji wê bernamê berda ku berbijarîya xwe ya ji seroktîya Amerîkî re ragihîne.

Wî di hilbijartina 2016'an de hember Hillary Clinton serketî bû û wek serokê 45an yê Amerîkî hat hilbijartin.

Trump di 3,5 salên borî de qanûna serekî ya derbarê reforma bacê derbaz kir û hejmara hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê nizim kir û li Civata Senatoran du dadwerên Neil Gorsuch û Brett Kavanaugh ji Dadgeha Qanûna Bigehîn re da erê kirin û nêzî 200 dadwerêyn din ji dadgehên nizimtir yên federalî re dan pejirandin.

Di dema seroktîya Trump de aborîya Amerêka xurt bû û rêjeya bêkarîye kete tenê % 3.5% ku ew jî di 50 salên borî de rêjeya herî nizim ya li Amerîka bû.

Lê, bi derketina vîrusa korona bêkarî di meha Nîsanê de li Amerîka nişkeve giheşt % 14.7 û di Hezîranê de ket % 11.1 û 5 mîlyon karên din li bazara Amerîkî zêde bû.

XS
SM
MD
LG