Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Putin Ser Sûrîyê û Hevkarîya Dijî DAIŞ'ê Axifîn


Qesra Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, bi rêka telefonê ser şerê li Sûrîyê didome axifîn.

Trump û Putin, piştî êrîşên Amerîka yên ser bingeheke esmanî ya Artêşa Sûrîyê cara yekê peyivîn.

Qesra Sipî dîyar kir ku her du serokan li hev kirine ku ewê jibo kêşeya Sûrîyê çareser bibe, çi ji destê wan were bikin. Trump û Putin, ser têkoşana dijî DAIŞ’ê jî axifîn û hevkarîya hember rêxistina tundrê nîqaş kirin.

Piştî êrîşa li Xan Şêxûn ya Îdlibê, ku 90 sîvil hatibûn kuştin, Trump hikûmeta Beşar Esad bi karanîna çekên kîmyayî tawanbar kiribû û di 4’ê Nîsanê de dijî bingeheke esmanî ya Artêşa Sûrîyê fermana êrîşên muşekî dabû. Ser vê yekê, girjîya di navber Rûsya û Amerîka hinekî zêde bûbû.

Qesra Sipî bi daxuyanîyê da zanîn ku Washington dê nûnerekî jibo hevdîtinên bo aştîya Sûrîyê yên li Astana ya Qazaqistanê bişîne. Hevdîtin ewê îro Çarşemê destpê bike û sibê Pêncşemê jî bidome.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Trump û Putin, ser qedandina terorîzma li Rojhilata Navîn jî axifîne û herî dawî ser kêşeya Koreya Bakur jî danûsitandin kirine.

Her du serok ew cara sêyan e ku bi rêka telefonê diaxifin.

XS
SM
MD
LG