Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump ji Putin re Name Şand


Trump û Putin li Hilcivîna Helsinki
Trump û Putin li Hilcivîna Helsinki

Berdevkê Serokomarê Rûsya Vladimir Putin, Dmitry Peskov dîyar kir ku Senatorê Amerîkî Rand Paul di serdana Moskowê de bi xwe re ji Serokê Amerîka Donald Trump bo Putin nameyek anîye.

Ajansên Rûs ji zarê Peskov dîyar dikin ku name hîn negiheştîye destê Putin. Putin niha ne li Moskowê û nameya bo wî destê nûnerên wî de ye.

Senatorê Komarî Paul ji Twitterê dîyar kir ku di nameyê de girîngîya ‘’têkoşîna dijî terorê, xurtkirina dîyaloga qanûndarîyê, destpêkirina danûstandinên çandî û geşkirina peywendîyan’’ hatiye nivîsîn.

‘’Jiber ku min nameya Serok Trump daye rêvebirîya Serokomarê Rûs Vladimir Putin serbilind im’’ Paul got.

Paul di serdana Moskowê de bi karbiestên Rûs re hevdîtin pêk anîn û serdana balyozxaneya Amerîkî kir.

Paul di serê vê hefteyê de dîyar kiribû ku parlamenterên Rûs jî dixwazin serdana Kongresa Amerîkî bikin.

Trump û Putin meha borî li Helsinki hilcivînek pêk anîbûn. Piştî hilcivînê, Trump, Putin ji payîzê re vexwendibû Washingtonê, lê piştre Qesra Sipî dabû zanîn ku hilcivîna duyê hatiye taloq kirin.

XS
SM
MD
LG