Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku jiber pevçûnên Rûsya û Ukrayna dibe ku ew civîna bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re betal bike.
Trump ji Washington Postê re da zanîn ku ew ser girjîya Rûsya û Ukrayna li benda ‘’raporeke berfireh’’ e.
Çaverê bû ku Trump û Putin li Hilcivîna G20 ya li Buenos Aires ya Arjantînê kom bûbûyana.
Ji alîyê din ve, Amerîka bang li dewletên Ewrupî kir ku bo piştgirîya Ukrayna zêdetir tiştan bikin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku Washington dixwaze ku ambargoya dijî Rûsya tundtir bibe.