Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Trump ji Putin re Nameyek Hinart


Serok Trump ji Putin re nameyek hinart


Serok Donald Trump, ji Serokê Rûsya Vladimir Putin re nameyek hinart.

Di nameyê de Serok Trump, dibêje jibo çareseriya pirsgirêka di nav herdû dewletan ew jibo lêgerîna alternatîfên nû amade ne.


Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser mijarê agahîyan da. Lavrov destnîşan dike ku nameya kurt, li ser Rêkeftina Hêzên Navokî ye.


Li gorî Lavrov, Serok Trump, jibo çareseriya pirsgirêkên di nav herdû dewletan de, jibo lêgerîna alternatîfên nû amade ne.


Ajansa înterfaxê ragihand ku, Lavrov destnîşan dike, Serok Trump, nameyê li hember teklîfa moratoryûmê ya Putin hinartiye.

Serokê Rûsya jibo qedexekirina mûşekan teklîfa moratoryûmê anîbû rojevê.

XS
SM
MD
LG