Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump li Koreya Başûr Bang li Pyongyangê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump, di gera Asya de piştî Japonya derbazî Koreya Başûr bû.

Serok Trump û Xanima Yekê Melania Trump bi firoka Air Force One, serê sibê li Bingeha Esmanî ya Osso ya Seulê peya bûn.

Trump û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in bi helîkopterê çûn Bingeha Camp Humphreys ya Amerîka û li wir bi leşkeran re li xwarinê rûniştin.

Her du serokan piştî kombûnê preskonferanseke hevpar li dar xist. Serok Trump ser kêşeya Koreya Bakur dîyar kir ku ‘’ger pêwîst be Amerîka dê hemî rêkên leşkerî bikar bîne’’

Trump da zanîn ku hevalbendîya bi Koreya Başûr re ji hemî demên berê girîngtir e.

Serok Trump bi berdewamî dîyar kir ku ew di çareserkirina wê kêşeyê de ‘’pir pêşde’’ diçin û bang li Pyongyangê kir kul i maseyê rûnê û peymanekê bike.

XS
SM
MD
LG