Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Dijî Hin Dewletên Din Qedexeya Rêwîtîyê Ragihîne


Serokê Amerîka Donald Trump li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê dîyar kir ku ewê dijî hin dewletên din qedexeya rêwîtîyê ragihînin.

Trump da zanîn ku ewê qedexeya nû di demeke kin de destpê bike lê wî negot ku di lîsteyê de kîjan dewlet hene.

Medya Amerîkî dibêje ku rêvebirîya Trump dê dijî Erître, Belarus, Qirgizistan, Myanmar, Nîjerya û Sudan û Tanzanya qedexeya rêwîtîya ber bi Amerîka ve ragihîne.

Trump di sala 2017’an de dijî 7 dewletan qedexeya rêwîtîyê ragihandibû lê dadgeha federal ew biryar red kiribû.

Di sala 2018’an de, Dadgeha Qanûna Bingehîn rê li ber biryara Trump ya ser qedexeya rêwîtîyê vekiribû.

Bo Îran, Îraq, Lîbya, Somalî, Sudan, Sûrîye û Yemenê qedxeya rêwîtîyê ya ber bi Amerîka ve dewam dike.

XS
SM
MD
LG