Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Desteya Hilbijêr Dengê Xwe Bide Biden Ezê ji Qesira Sipî Derkevim


Serokê Amerîka Donald Trump roja Pêncşemê dîyar kir ku ger Desteya Hilbijêr Serokê hilbijartî yê Demokrat hilbijêre ewê ji Qesira Sipî derkeve.

Desteya Hilbijêr dê di 14’ê Berfanbarê de kom bibe û çaverê ye ku Biden di 20’ê Çileyê dest bi seroktîyê bike.

Trump ew şiroveya derbarê derketina ji Qesira Sipî, li wê qesirê piştî ku ji leşkeran re ser Roja Spasdarîyê axifî, kir.

Biden di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de 306 û Trump 232 delege bi dest xistibûn ku bo serkertinê 270 delege pêwîst bûn.

Trump îdia kiribû ku di hilbijartinan de sextekarîyê çêbûye, û bi dengên rast ne Biden lê ew bi ser ketiye.

XS
SM
MD
LG