Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bi Peyamekê Hatina Remazanê Pîroz Dike


Serokê Amerîka Donald Trump ya bo hatina Ramazanê peyamek weşand û daxwaza meheke xweş ji hemî Misilmanan re kir.

“Bi hilhatina heyiva îşev, ez silavên xwe û daxwazîyên xweşhalî li hemî Misilmanên li Amerîka û seranser cîhanê dişînim ku Remazanê pîroz dikin.

“Di vê mehê de Misilman, bi rêka dua û hevgirtinê, hatina Quranê ji pêxember Mihemed re pîroz dikin. Gelek ji wan di vê mehê de bi rojîgirtinê, xwendina Quranê û bi kiryarên xêrwazî pêk tînin.

Remazan meha lixwevegerê ya xurtkirina manewîyete û nûkirina spasdarbûna nîmetên Xwedê ye. Bi vê têgihiştina spasdarî û lixwevegerê, yên ku Remazanê pîroz dikin dikarin civakên me hêztir bikin, alîkarî bidin kesên hewcedar û bi jîyana xwe dikarin bibin mînakên jîyaneke pîroz.

Remazan, zengînîya ku Misilman tînên nav ahengîya olî ya Amerîka, tîne bîra me. Li Welatên Yekbûyî yên Amerîka, em hemî bextewar in ku di bin Qanûna Bingehînê dijîn ku azadîya olî û cîhanîna îbadetên olî serbest dike. Qanûna Bingehîn ya Amerîka misoger dike ku Misilman bikanibin Remazanî li gor vîjdanên xwe û bê maytekirina hikûmetê bîjîn. Bi vî awayî, Qanûna Bingehîn herwiha derfetên curbicur dide hemî Amerîkîyan ku têgiheştina xwe ya ruhê mirovan kûrtir bikin.

“Di vê demê de ku gelek kes bona pîrozkirina Remazanê digehijin hevdu, Melanie û ez jî hêvîya meheke pîroz dikin. Remazan Bimbarek Be.”

XS
SM
MD
LG