Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Biryara Civata Nûneran bi Tundî Rexne Dike


Serokê Amerîka Donald Trump reaksîyoneke tund ji biryara Civata Nûneran ya împîçkirina wî nîşan da û got ku Demokrat dixwazin encamên hilbijartina 2016'an pûç bikin.

Trump, di mîtîngehe girseyî de li bajarê Battle Creek ya eyaleta Michiganê got ku rewşa welêt di bin rêvebirîya wî de gelek baş û ti sedema rewa ya împîçkirina wî tuneye.

“Ez wiha hês nakim ku em tên împîç kirin. Rewşa Amerîka ji hemî demên berê baştir e û me tiştekî şaş nekiriye. Piştgirîya nav Partîya Komarî ji min re ti car evqas xurt nebûbû,” Trump got.

Wî bi berdewamî got ku Demokrat bi vê biryarê hewil didin ku dengên bi mîlyonan Amerîkî tune bikin.

“Divêbû ku Barack Obama bihata împîç kirin. Nizanim çima Komarîyan ew împîç nekir. Demokrat kîn û nefreta xwe ya ji hilbijerên Amerîkî re bi vî awayî nîşan didin. Piştgirîya wan ya ji împîçkirinê re wek qirejîyeke reş di dîrokê de cîhê xwe bigire.”

Serok Trump do ji Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi re nameyeke dirêj nivîsîbû û ew bi gotinên giran rexne kiribû.

Trump do wê nameyê de jî gotibû ku Demokrat şikestina hilbijartina sala 2016’an ji bîr nakin û encamên sindoqan napejirînin, loma ew prosesa împîçkirinê li dijî wî dixebîtînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Piştî biryara Civata Nûneran ya împîçkirinê, divê beşa jorîn ya Kongresê, Civata Senatoran, di bin çavdêrîya Dadgeha Qanûna Bingehîn de dest bi peyvajoya dadgehkirina Trump bike.

Divê Civata Senatoran di dawîya vê prosesê de bi 67 dengên tevahîya 100 endaman biryar bide ku serok ji kar were dûrxistin yan ne, lê, jiber ku Komarî 53 kursîyan piranî ne, nayê çaverê kirin ku serok ji kar were dûrxistin.

XS
SM
MD
LG