Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Meha Remezanê Peyamek Belav Kir


Serokê Amerîka Donald Trump ser rojîya Remezanê peyamek belav kir.

Trump di peyama xwe de dîyar kir ku ew bo hemî Misilmanên li Amerîka û yên li cîhanê Remazeneke bi bereket û aştîyane hêvî dike.

Wî da zanîn ku Misilman di vê mehê de bi girtina rojîyê, bi xwendina Quranê û bi alîkarîya bo feqîran û rindîyan fersenda xurtkirina bawerîyên xwe bi dest dixin û got ku ew kiryar hemî bi aştî, rêzgirtin û hezkirinê re eleqedar in ku Îslam wan derdixe pêş.

Di dewama peyama xwe de, Trump dîyar kir ku wan di rojên dawî de hêza duayan dîtiye û da zanîn ku ew jî bo însan bawerîyên xwe nû bikin dua dike.

XS
SM
MD
LG