Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber E Serok Trump Îro Rewşa Awarte ya Netewî Ragihîne


Serokê Amerîka Donald Trump, li ber e îro Înê derbarê rewşa ser sînorê Amderîka û Meksîko rewşa awarte ya netewî ragihîne da ku bikaribe dîwarek ava bike.

Trump dibêje ku dîwar jibo pêşîgirtina penaberên neqanûnî û anîna madeyên hişbir pêdivî ye, lê Demokrat bi tundî dijberîya wî dikin.

Çaverê ye pêşnîyara hevbeş ya Komarî û Demokratan ya derbarê budceya hikûmeta federalî jî îmza bike da ku dezgehên hikûmetê bikaribin karên xwe bidomînin.

Ger Kongresê nikariba bigiheşta lihevkirinê, hinge divebû hikûmeta federalî ji roja Şemî pê ve, careke din bihata daxistin.

Qesira Sipî ragihandibû ku jiber ku di pêşnîyara Kongresê ya budceya hikûmetê de bo avakirina dîwarê ser tixub ti dirav nehate peyda kirin, serok neçar e ku rewşa awarte ragihîne.

Demokrat û hîn endamên Kongresê yên Komarî îdia dikin ku bingeheke rêwa ya ragihandina rewşa awarte tuneye û bi wê helwestê Serok Trump desthilata xwe ya qanûnî binpê dike.

XS
SM
MD
LG