Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump, Rex Tillerson Wek Wezîrê Derve Destnîşan Dike


Rex Tillerson
Rex Tillerson

Serokê hilbijartî Donald Trump îro Sêşemê CEO'yê kompanya ExxonMobil, Rex Tillerson wek wezîrê derve destnîşan kir û ew wek yek jî karsazên herî serkeftî yên cîhanê bi nav kir.

Trump ew daxuyanî li ser Twitter da û red kir ku Tillerson jibo wî karî ne xwedîyê tecrubeya dîplomatîk e.

"Min yek jî rêbrerê karsazî yê herî mezin li cîhanê, Rex Tillerson bijart ku bibe Wezîrê Derve," Trump di twîta xwe de got.

Trump dû re twîteke din belav kir û tê da pesna tecrubeya Tillerson da.

"Tiştê ku herî pir li ser Rex Tillerson hez dikim ew e ku serborîya wî ya xurt heye ku ew dikare bi hemî awayên hikûmetên cîhanê bixebite."

Tillerson 64 salî ye û ji 40 salan vir ve wek serok û rêvebirê serekî ya kompanya ExxonMobil kar dike ku yek jî mezintirîn şîrketên cîhanê ye û li 50 dewletên cîhanê karsazî dike.

XS
SM
MD
LG