Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Rexneyên Ser Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê Didomîne


Serokê Amerîka Donald Trump rexneyên ser Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) didomîne.

Trump di preskonferansa li Qesira Sipî de da zanîn ku ew dikarin alîkarîya madî ya bo WHO rawestînin.

‘’Emê lêkolînan bikin, xebatan bimeşînin û ser planên xwe biryarekê bidin’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku Amerîka her sal bi sed mîlyonan dolar dide WHO, lê alîkarîya Çînê li ber ya wan pir hindik dimîne û ew rêxistin bi piştgirîya Çînê jî tawanbar kir.

Trump da zanîn ku WHO di stratejîya dijî vîrusa korona de ji gelek alîyan ve tiştên şaş kirine û bi bîr xist ku wê rêxistine gotiye ku sînorên xwe negirin, lê wan sînorên xwe girtine.

Roja Sêşemê jî, Trump dîyar kiribû ku ewê alîkarîya bo WHO rawestînin û dûre gotibû ku ewê li ser wê mijarê berê lêkolînan bikin.

Vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 430,000 kesan.

XS
SM
MD
LG