Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Rexnegirên Nav Komarîyan Gelek Nerazî Ye


Xwepêşandareke Komarî polîtîkayên Trump yên aborîyê rexne dike

Berbijarê Komarî yê serokatîya Amerîka Donald Trump îro Sêşemê bi zimanekî xurt nerazîbûna xwe ya hember rexnegirên xwe yên nav partîyê nîşan da.

Di vê demê de ku pirsnameyên civakî piştgirîya zêdebûyî ji hevrika Trump ya Demokrat, Hillary Clinton re nîşan didin, bi dehan kesên girîng dijberîya xwe bo Trump ragihand.

Senatora Komarî ya eyaleta Maine Susan Collins û ji 50 pirtir karbidestên bilind bi eşkereyî ragihand ku ewê di hilbijartinê de piştgirîya Trump nekin.

"Çawa min di dema hilbijartinên berbijarîyê de kir, niha jî namzedîya min hember kesên navxweyî yên Washingtonê ye. Ew in kesên ku Amerîka xistiye vî halê tarûmar!," Trump di hesaba xwe ya Twitterê de got.

Hêjayî balkişandinê ye ku di anketên vê dawîyê de piştgirîya Clinton bilind dibe. Pirsnameya hefteyî NBC News/Survey ku îro hate weşandin, nîşan dide ku Clinton 51 ji sedê, Trump jî 41 sedê dengan werdigire.

XS
SM
MD
LG