Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Bo Rojhilata Navîn Şandina Hêzên Nû Ne Hewce Ye


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku bo Rojhilata Navîn veguhastina hêzên nû ne hewce ye.

Trump da zanîn ku tevî ew şandina hêzên nû nafikire jî ew dikare pêşnîyazên ser vê mijarê binirxîne.

Berî gotinên Trump, Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihandibû ku ew ser şandina hêzên nû bo Rojhilata Navîn, difikirin.

Di rojên dawî de girjîya di navbera Amerîka û Îranê de gur bûye û Washington dîyar dike ku Tehran hazirîyê dike ku êrîşan bibe navendên Amerîkî.

XS
SM
MD
LG