Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Plana Ser Rojhilata Navîn Kêrî Hemî Alîyan Tê


Benny Gantz û Donald Trump
Benny Gantz û Donald Trump

Serok Donald Trump dîyar kir ku ewê plana bo Rojhilata Navîn roja Sêşemê eşkere bike.

Trump ew agahî gava li Qesira Sipî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re kom bû da.

Wî da zanîn ku ew plan kêrî hemî alîyên li Rojhilata Navîn tê.

Piştî hevdîtina bi Netanyahu re, Trump bi rêberê rikeberîya Îsraîlê Benny Gantz re jî kom bû.

Karbidestên Fîlîstînî dibêjin ku dibe ku plana Trump armanca wan ya ser avakirina dewleteke serbixwe li Kenara Rojava, Orşelîma Rojhilat û Gaza pûç bike.

Fîlîstînî dîyar dikin ku Trump ew venexwendine Washingtonê û didin zanîn ku bêyî wan plana aştîyê bi ser nakeve.

Serok Trump bo Fîlîstînîyan got ku ewê di serî de planê qebûl nekin, lê di dawîyê de ewê wê bipejirînin.

XS
SM
MD
LG