Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Alozîya Rûsya û Ukrayna Dîyar Dike ku Ewê Nehêlin Hin Tişt Pêk Werin


Serokê Amerîka Donald Trump di hevpeyvîneke taybet ya VOA de dîyar kir ku ew dê di demeke guncaw de bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

Trump, berî bo Hilcivîna G20 here Arjantînê dabû zanîn ku wî jiber alozîya di navbera Rûsya û Ukrayna de civîna bi Putin re betal kiriye.

Wî di hevpeyvînê de careke din got ku jiber ku Rûsya dest danîye ser keştîyên Ukrayna û xebatkarên wê girtine, bo hevdîtina bi Putin re ‘’ne demeke rast’’ bûye, lê dîyar kir ku ewê bi Putin re kom bibe.

‘’Li gor min peywendîya me baş e û ez dibêjim emê peywendîya xwe bi Rûsya û Çînê re baştir bikin’’ Trump got.

Li ser pirsa ‘’Putin jiber çi dest danî ser gemîyên Ukrayna û xebatkarên wê?’’, Trump got ku ‘’Ez nizanim ew çi difikire, kes nizane; ew dizane dixwaze çi bike, lê emê nehêlin hin tişt biqewimin’’

Rûsya Yekşema borî dest danîbû ser sê gemîyên Ukrayna û girjîya di navbera her du dewletan de gur bûbû.

XS
SM
MD
LG