Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump di Axaftina Xwe de Ser Sîyesate Derve Çi Got?


Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump di axaftina xwe ya îşev ya di kongreya Partîya Komarî ya li baxçeya Qesra Sipî de bo demekê dirêj ser sîyaseta derve axifî .

Trump ragihand ku çar sal berê ew bo seroktîyê bû namzet jiber ku wî hîngê nikaribû xayîntîya dijî welatê wan temaşe bikira.

“Min nikarîbû ku dema sîyasetvanên profesyonel dihiştin ku welatên din, di mijarên bazirganî, sînor, sîyaseta derve û begirîya netewî de, ji me feyde digirtin, bê kiryar rûnim,û temaşe bikim” Trump got.

Donald Trump ragihand ku hevkarên Amerîka yên NATO, parên xwe yên dravên berevanîyên kêmtir didin. Lê li ser nîqaş û daxwazîya wî ya xurt, ew razî bûne ku salê 130 milyar dolaran zêdetir bidin ku di 20 salên dawî de ev bo cara yekê pêk hat.

“Ev 130 mîlyar dolarana dê di dawîyê salê de bibe 400 mîlyar dolar. Sekreterê Giştî Stoltenberg ku seroktî ya NATO'yê dike piştî ku gelek salan tenê temaşe dikir ku li bende bû şaş ma û got ku Serok Trump tiştê ku ti kes nekirîye, kir,” Trump got.

Wî ser aborîya xurt ya bo biryarîya wî ya di derbarê sekinî û got ku di nav sê salan de, wan di dîroka cîhanê de aborîya herî bihêz ava kirîye.

"Gelek kesên li Washingtonê ji mn xwestin ku hember Çînê nesekinim. Wan ji min xwest ku ew destûrê bidim Çînê ku dizîya karê Amerîkîyan bidomîne, me bixapîne û Amerîkayê talan bike. Lê min soza xwe jibo gelê Amerîkî bi cîh anî. Me di dîroka Amerîka de bi rengekî berbiçav çalakîya herî girîng, herî giran, herî tund û dijwar ya derbdar li hember Çînê pêk anî.”

Serok peymana NAFTA jî bi tundî rexne kir. “Di destpêka vê salê de, min xewnexofa NAFTA'yê qedand û Peymana nû ya di navbera Amerîka-Meksîko-Kanada de îmze kir. Û niha, kompanîyên maşîneyan û yên din li Amerîkayê avahî û kargehên xwe çêdikin, ne ku xebatkarên xwe ji kar derdixînin û bo welatên din me terk nakin, “Trump ragihand.

Seroke Amerîka Donald Trump di axaftina xwe de dazanîn ku gave wî dest bi seroktîyê kir Rojhilata Navîn bi tevahî nava kaosê de bû: DAIŞ har bûbû. Îran xurtir dibû. Û şerê Afganîstanê di dîdarîyê de ne nezîke bidawîbûnê bû. Trump ji peymana navakî ya gelek xirab ya bi yek alî vekişîye.

“Ne wek gelek serokên berî min, min soza xwe bi cîh hir, min paytexta rastîn ya Îsraîl nas kir û balyozxaneya me bir Orşelîmê. Di heman demê de me serwerîya Îsraîl ya li ser Girên Golanê jî nas kir,“ Trump got.

“Û vê mehê, me di 25 salan dawî de bo cara yekê peymana aştîyê ya Rojhilata Navîn pêk anî. Spas ji Îsraîl û Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî re. Spas ji Îsraîl re, “Trump bi berdwamî axifî

Trump got ku tevî tevahîya van kiryaran wan ji sedî 100 Xalîfeta DAIŞ'ê têk birine û wan damezrînerê vê rexistinê û rêberê DAIŞ'ê Ebû Bekir el-Bexdadî kuştine. Herwiha piştre di operasyonek c ûda de wan Generalê Îranê Qasim Silêmanî ji holê rakirine.

“Ne wek rêvebirîyên berê, min Amerîka ji şerên nû dûr hişt, û leşkerên me vedigerin mal. Me jinûve avakirina arteşa xwe nêzî 2,5 trîlyon dolar xerc kirîye, ku dema ez bûm serok wekî hûn jî dizanin di rewşek gelek xirab de bû. Nava vê de sê zêdekirinên cuda yên mahane yên şervanên me yên mezin jî heye. Me bo jinûve avakirina hêza xwe ya leşkerî nêzî 2,5 trîlyon dolarî xerc kirin e jiber ku dema ez hatim ser kar rewşa wê pir xirab bû."

Trump ragihand ku di mehên dawî de, gelê Amerîkî me û cîhan di carekî de ji hêla pandemêya sed salê ve hatîye erîş kirin ku li Çîn destûr daye ku li çaralîyê cîhanê belav bibe û herwiha wan dikaribû belavbûna vîrusê bidina rawestandin lê wan hişt da ku belav bibe.

“Gelek Amerîkî, tevî min, mixabin me heval û hogirên xwe jiber vê nexweşîya hovane hinda kir bi xemgînî hinda kirin. Wekî yek gelekîm, em şînê dikin, em xemgînin, û em her dem bîranînên hemî kesên jîyanên wan bi vî rengî trajîk hatine girtin di dilê xwe digirin. Ji ber vê yekê jibo rûmeta wan emê yek bibin, bo bîranîna wan emê bi ser bikevin,“ Turmp destnîşan kir.

Herwjiha Serok Trump bal kişand ku dema ku vîrusa Çînê xeter bû, me ji Şerê Duya ya Cîhanê vir ve seferberîya neteweyî ya herî mezin ya bi navê Qanûna Hilberîna Parastinê dîyar kir, wan alavên behn vedanê yên herî pir ya berbifereh yên cîhanê çêkirîye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG