Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Davosê bi Serokê Îraqê Salih û yê Herêma Kurdistanê Barzanî re Civî


Trump û Salih
Trump û Salih

Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku ew danana toleyên nû li dijî Îraqê di nav bijareyên xwe de dihêlin, tevî ku peywendîya Amerîka û Îraqê pir baş in.

Serok Trump wek bersîva pirseke ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê, di hazirbûna serokê Îraqê Berhem Salih de, li bajarê Davosê got ku ewê di demeke nêzîk de biryara xwe bidin.

"Emê bibînin ku çi wê biqewime jiber ku divê em kiryarên xwe li gor berjewendîya xwe bikin. Niha 5,000 leşkerên me li Îraqê ne û rêvebirîy me dê biryara ser mayîna wan li wî welatî bide.”

Serokê Îraqê Salih jî got ku Amerîka di şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevkara Îraqê ye û ew û Trump li ser sibêroja Îraqê wek hevdu difikirin.

“Ez û Serok Trump hevbîr in ku Îraq wek dewleteke bi aram û îstiqrar bimîne, serwerîya xwe biparêze û li nav sînorên xwe û bi cîranên xew di nav aştîyê de bijî,” Salih got.”

Trump û Barzanî
Trump û Barzanî

Serok Trump li Davosê herwiha bi Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek çêkir. Trump got ku ew bi Kurdan re xwedîyê peywendîyeke gelek baş in.

“Xîlefeta DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê % 100 hate rûxandin. Me li Sûrîyê hîn hêzên xwe hêlane ku petrolê biparêzin û ew heta nija karekî baş dikin.”

Barzanî jî bi bîr xist ku Kurd û Amerîkî bi hevre DAIŞ têk biriye.”

“Ez sipasîya Serok Trump dikim ku em qebûl kirin. Em ji mêjve li benda vê hevdîtinê bûn. Ser navê gelê Kurdistanê ez jibo rêbertî û piştgirîya wî, sipas dikim,” Barzanî ji Trump re got.

XS
SM
MD
LG