Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Hêzên Amerîkî Amade Ne Bersîva Êrîşa Dijî Saudîyan Bidin


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku hêzên Amerîkî di rewişeke amade ne ku bersîvdana êrîşên dijî firehtirîn zevîyên neftê yên Erebistana Saudî û mezintirîn kergeha stabîlkirina nefta xaw bidin.

"Bi têra xwe sedem hene ku em bizanin kî li pêş wê êrîşê ye. Niha em li benda Saudîyan in ku ji wan bibîhisin bi bawerîya wan kê ew êrîş pêk anîye. Li gor bersîva wan emê pêngavên xwe bavêjin,” Trump got.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî gotibû ku "Îranê niha dest bi êrîşeke dijî peydakera enerjîya cîhanê kiriye," tevî u serhildayên Husî li Yemenê ragihandibû ku wn bi dronan ew êrîş pêk anîye.

Îran daxuyanîyên Amerîkî yên derheqa êrîşê wek "derewên mezin" bi nav kir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku êrîşa ser kargeha Abqaiq û zevîyê neftê ya Xurais ya roja Şemîyê bûbû sedema agirên mezin.

Karbidestên Saudî ragihandibû ku di êrîşan de ti kuştî û birîndar çênebûn, lê hilberîna neftê ya wî welatî bi awayekî berbiçav nizim bûbû.

XS
SM
MD
LG