Lînkên eksesibilîtî

Serok Trump John Kelly Weke Sekreterê Giştî yê Qesra Sipî Wezîfedar Dike


John Kelly

Serok Donald Trump bi rêzek twît ragihand ku bo Sekteterîya Giştî ya Qesra Sipî, Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî John Kelly tayîn kiriye.

Serok Trump, bo sekreterê berê Reince Priebus spasîyên xwe pêşkeş kirin û dîyar kir ku ew bi wî serbilind e.

Dîrektorê Ragihandinê yê Qesra Sipî Anthony Scaramucci, berî tayînkirina Kelly ji CNN'ê re jî dîyar kiribû ku Priebus agahîyên nepenî yên rêvebirîyê dide medya.

Trump li ser Twitterê derbarê Kelly got ku "Amerîkîyekî mezin e û rêberekî rind e"

Serok Trump bi berdewamî da zanîn ku Kelly, di rêvebirîya wî de stêrkekî geş e.

XS
SM
MD
LG