Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Demokrat Serok Trump bi Tundî Rexne Dike


Senatorê Sheldon Whitehouse
Senatorê Sheldon Whitehouse

Senatorê Demokrat yê Rhode Island, Sheldon Whitehouse biryara Serok Donald Trump ya ser Orşelîmê bi zimanekî tund rexne kir.

Trump roja Çarşemê dîyar kiribû ku ewê Orşelîmê êdî wek paytaxta Îsraîlê bibînin.

Whitehouse di bernameyeke CNN’ê de dîyar kir ku ser biryara Trump dibe ku peywendîyên Amerîka û welatên Rojhilata Navîn xirab bibe.

Senatorê Demokrat da zanîn ku ewê bi taybetî derbe li peywendîyên Amerîka yên bi Tirkîyê û Erebîstana Saudî re keve.

Whitehouse dîyar kir ku ger Tirkîye û Erebîstana Saudî dijî biryara Trump hin gavan biavêjin ewê armanca Amerîka, ku dixwaze li herêmê karîger be, zarareke mezin bistîne.

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) divê bo Orşelîmê di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de danûstandin çêbin û ew bajar bibe paytaxta her du dewletan.

NY’ê û karbidestên gelek welatan dijî biryara Trump bertek nîşan dan. Reuters’ê ragihand ku Dadgeha Qralîyetê ya Erebîstana Saudî dîyar kir Trump di biryara xwe de ne mafder e.

Serokomarê Tirkîyê Erdogan jî gotibû ku ewê bi vê biryarê herêm bikeve nav agirekî gur.

XS
SM
MD
LG