Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Serdana Karbidestê Koreya Bakurî Piştrast Dike


Serokê Amerîka Donald Trump piştrast kir ku karbidestekî payabilind yê Koreya Bakurî, girêdayî hilcivîna plankirî ya navbera wî û Kim Jong Un, wê serdana New Yorkê bike.

"Kim Young Chol, Cîgirê Serokê Koreya Bakur niha tê New Yorkê. Me jibo danûstandinên bi Koreya Bakur, tîmeke gelek baş amade kiriye. Niha derheqa hilcivînê, kombûn berdewam dikin," Trump îro di hesaba xwe ya Twitterê got.

Demeke zûtir îro, ajansa Yonhap ya Koreya Başûrî ragihandibû ku cîgirê serokê Koreya Bakur û serokê berê ya îstixbarata leşkerî Kim Yong Chol, li firîngeha Beijingê ye ku roja Çarşemê ber bi New Yorkê ve bifire.

Trump hefteya borî ragihandibû ku wî hilcivîna plankirî ya ligel Serokê Koreya Bakurî Kim Jong Un, bi sedema hêrs û neyartîya berbiçav ya Koreya Bakur, betal kiriye.

“Ez çaverê bûm ku li Sîngaporê bi te re bim. Mixabin, jiber hêrsa te û neyartîya berbiçav ya di daxuyanîya te ya herî dawî de, ez giheştim vê nêrînê ku aniha pêkanîna vê civînê ne guncaw e,” Trump di nameya xwe de ji Kim re gotibû.

XS
SM
MD
LG