Karsazê mîlyoner Donald Trump îro Înê di seremonîyeke rengûreng de bi fermi sond xwar û bû serokê 45'an yê Amerîka.
Di merasîma sondxwarinê de Serok Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama û hevrika wî ya hilbijartinan, berbijara Demokrat Hillary Clinton û hevjînê wî serokê berê Bill Clinton jî amade bûn.
Dîsa, serokên berê George W. Bush, Jimmy Carter, endamên Kongresê û gelek mêvanên bijarte hazir bûn.
Di sondxwarinê de bi deh hezaran alîgir û hezkirîyên serok Trump amade bûn û di vê rojê de şabûna Trump parve kirin.