Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Budceya Nû Îmza Kir, Hikûmet Jinûve Vebû


Serokê Amerîka Donald Trump biryara Kongresê ya peydakirina budceya kindemî ya hikûmeta federal, îro îmza kir û hikûmeta federal jinûve vebû.

Cara duyê ya di nav vê salê de ye ku Kongresa bin kontrola Komarîyan nikare pêşî li girtina hikûmeta federalî bigire, jiber ku lihevkirin li ser erêkirina budceya deferalî pêk nay.

Bi vê biryara nû, caran pêncan e ku kiryarên hikûmeta federalî bi budceyên kindemî tên rêvebirin û li ber e ev budceya nû di 23’ê Adarê de bi dawî were.

Piştî ku budceya kindemî di nîva şeva borî de qedîbû û lihevkirinek di Kongresê de çênebûbû, hikûmeta federal ya Amerîkî bê budce mabû û hikûmet bi fermî daxistibû.

XS
SM
MD
LG