Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Tevgera Me Jibo Rawestandina Şer Bû, Ne Jibo Şerekî Nû


Serokê Amerîka Donlad Trump, li Florîda, ser kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Qudus ya Pasdaranli ser kuştina Qasim Silêmanî daxûyanî da.

"Jibo şer rawestînin em tevgerîyan, ne ku jibo şer bidin destpêkirin" got Serok Trump.

Trump destnîşan kir Silêmanî di nav amadekarîya plana êrîşeke nû de bû.

"Silêmanî plan dikir ku di demek nêz de li ser dîplomat û leşkerên me êrîşek çêkin."

Serokê Amerîk dîyar kir li protestoyên Îraqê jî giranîya wî Silêmanî hebû.

"Êrîşên ser bingehên Amerîka li îraqê herwiha êrîşa bi ser Balyozxana Amerîkî ya li Bexdayê bi fermana Silêmanî hat kirin" got Trump.

Serokê Amerîka îfade kir ew ne li pey guhertina rejîma Îranê ne.

"Rêz û hurmeta min ji gelê Îranê re heye, armanca ne guhertina rejîma îranê ye. Lê divê Îran jî dest ji hinartina şervanan berde jibo şerên wekalet yê li welatên cîranan" got Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Di dawîyê de daxuyakirin mafê xweparastinê ya Amerîka heye û ev biryar jibo xweparastinê bû.

XS
SM
MD
LG