Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Qesra Sipî Pêşwazîya Sîsî Dike û Piştgirîyeke Xurt Dide Wî


Serokê Amerîka Donald Trump îro li Qesra Sipî pêşwazîya Serokomarê Misirî Abdel Fattah el-Sîsî kir û got ku Welatên Yekbûyî gelek piştgbirîya Misirê dike.

Di hevdîtina Ofîsa Oval de, Trump got ku Sîsî di demeke dijwar de karekî gelek hêja kir. “Amerîka hêza xwe ya leşkerî, di asta herî bilind de jinûve ava dike ku şerê dijî DAIŞ'ê bike û hevalbendên xwe biparêze.

Sîsî ku cara yekê bi serdaneke fermî tê Qesra Sipî, pesna Trump da û ew wek kesitîyeke behempa bi nav kir.

Wî bal kişand ku Trump bi biryarderî dijî terorê disekine ku rê li ber îdelojîya wê ya gemar bigire.

Li ber e, her du rêber bi firehî derheqa şerê dijî DAIŞ'ê û alîkarîya leşkerî û aborî ya ji Misirê re bipeyîvin.

Serokê berê yê Amerîkî Barack Obama alîkarîya ji Misirê re cemidandibû, piştî ku General Sîsî bi darbeyeke leşkerî serokê hilbijartî ji desthilata gêr kiribû.

XS
SM
MD
LG