Serokê Amerîka Donald Trump li ber e ku îşev Gotara Salane ya State of the Union anku Rewşa Yekîtîyê pêşkêş bike û tê de bal bikşîne ser pêdivîya avakirina dîwarê ser tixubê Meksîko.
Çaverê ye Trump dê herwiha banga çareserîyeke nepartîzanî ji kêşeya koçberî re bike û daxwaza xurtkirina sînorên Amerîka bike.
Gotara Rewşa Yekîtîyê li pêş rûniştina hevbeş ya Kongresê pêşkêş bike û ewê di televîyonê de bi zindî were weşandin.
Qesra Sipî ragihand ku Trump wê herwiha li ser rewşa aborî û afirandina karên nû li Amerîka jî bipeyîve û derbarê xurtkirina binêsazîya Amerîka jî biaxife.
Çaverê ye Trump li ser mijarên sîyasetê derve jî biaxife û taybetî li ser mjara vekişîna ji Sûrîyê jî bipeyîve ku bûye kêşeyeke mezin.