Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Stoltenberg Îro li Qesira Sipî Dicivin


Trump û Stoltenberg (Arşîv)

Serokê Amerîka Donald Trump îro Seşemê, li Qesira Sipî bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dicive ku jibo pîrozbahîya 70 salîya damêzrandina hevalbendîyê li Washingtonê ye.

Trump pir caran rexneyan tund li endamên NATO digire ku bi têra xwe dirav nadin budceya wê û barê herî giran li ser Amerîka dihêlin.

Trump di sala 2016’an de, di dema kempeyna xwe de NATO wek sazîyeke kevin û bne karîger bi nav kiribû.

Wî gotibû ku NATO girîngî nade şerê dijî terorê û Amerîka gelek dirav jibo xerc dike.

Trump ji dewletên Ewrupî yên endamên NATO dixwaze ku bo berevanîya xwe pirtir dirav bidin budceya hevalbendîyê.

Li gor rêbaza NATO, divê welatên endam salane herî kêm du ji sedê hemî budceya xwe jibo mesrefên berevanî veqetînin, lê tenê 7 ji 29 dewletên encam ew şert bi cîh anîye.

XS
SM
MD
LG