Lînkên eksesibilîtî

Trump: Piştgirîya jibo Min ji Hemî Demên Berê Xurt E


President Donald Trump speaks during a rally in Huntington, W.Va., Aug. 3, 2017.

Trump, pirsnameyên vê dawîyê, îdia dike ku di nav alîgirên Komarî de piştgirîya bo wî ji hemî demên berê xurt e.

Berevajîya gotina Trump, pirsnameyên vê dawîyê nîşan didin ku desteka jibo serok bi awayekî berdewam hindiktir dibe.

Trump ji hesaba xwe ya Twitterê anketên ku piştgirtîya ji wî re hindik nîşan didin, da ber êrîşan û ew wek pirsnameyên derewîn bi nav kirin.

“Civînên girseyî li eyaletên ku ez di hilbijartinê de serketî bûm, nîşan didin ku piştevanîya xurt ku ji min re heye, didome û çend sedemên din jî hene ku alîgirên Komarî hîn pirtir nêzîkî min kiriye,” Trump got.

Serok Trump dîyar kir ku xurtbûna piştgirîya ji wî re pêk tê, tevî ku dezgehên mezin yên medya kempeyneke reşkirinê li hember wî dimeşînin.

Anketên netewî nîşan didin ku tenê yek ji sê dengderên Amerîkî performansa Trump ya nav şeş mehên pêşîn erê dikin û piştgirîya kesên ku di hilbijartinê de deng dane wî her kêmtir dibe.

Anketa Zanîngeha Quinnipiac eşkere kiribû ku 61 ji sedê Amerîkî ji performansa Trump ya li Qesra Sipî ne razî ne û tenê 33 Amerîkî bawer dikin ku ew karekî baş dike.

Hêjayî balkişandinê ye jimareke lêpirsîn ku li Washingtonê didomin ku gelo kempeyna Trump di hilbijartinê de hevkarî bi Rûsan re kiriye yan ne.

XS
SM
MD
LG