Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Di Demeke Pir Nêz de Emê ji Sûrîyê Vekişin


Serok Donald Trump dîyar kir ku Amerîka dê ‘’di demeke pir nêz de’’ ji Sûrîyê vekişe.

Trump, di mitîngeke li eyaleta Ohio de da zanîn ku ‘’êdî wext hatiye’’ û ‘’divê hin kesên din kêşeya li Sûrîyê çareser bikin.’’

‘’Em Dewleta Îslamî (DAIŞ) tam têk dibin. Di demeke nêz de emê ji Sûrîyê vekişin. Êdî ewê din bila rewşa wir çareser bikin’’ Trump got.

Serok Trump da zanîn ku ew bi lez sed ji sed ‘’xîlafeta DAIŞ’ê’’ bi dest dixînin

Trump dîyar kir ku Amerîka li Sûrîye û Rojhilata Navîn pereyên zêde xerc dike û da zanîn ku divê ew berê xwe bidin hindurê welatê xwe.

Pentagon’ê di meha Berfanbarê de dîyar kiribû ku li Sûrîyê bi qasî 2000 leşkerên Amerîkî hene.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka James Mattis jî di heman mehê de gotibû ku her ku DAIŞ têk biçe, ewê pirtir dîplomat û karmendên sîvîl bişînîn Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG