Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Hewce Be Ewê Dema Agirbesta li Sûrîyê Were Dirêj Kirin


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku agirbesta li Sûrîyê tevî hin hin pevçûnan dewam dike.

Agirbesta ku bi peymana Amerîka û Tirkîyê bo 5 rojan hatibû ragihandin roja Sêşemê bi dawî dibe.

Trump ser agirbestê got ku ‘’Ger dirêjbûna wê hewce bike, bêguman ewê dirêj bibe’’

Wî da zanîn ku ewê yekîneyên Amerîkî bişînin herêmên cuda û dîyar kir ku ewê ‘’dawîya dawî vegerin mal’’

Serokê Amerîka amaje kir ku leşkerên Amerîkî yên dê li Sûrîyê bimînin dê berevanîya petrolê bikin û hin ji wan jî dê nêzî Îsraîl û Urdunê werin bi cîh kirin.

‘’Me bo Kurdan alîkarî kir û me ti soz neda ku em 400 salên din berevanîya wan bikin.’’ Trump got.

Wî bi bîr xist ku ser ‘’Berê Amerîka’’ soz daye û ewê leşkerên xwe vegerîne welêt û ji pevçûnên navneteweyî dûr bisekine.

XS
SM
MD
LG