Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Trump Qayil Bû ku Hêzên Amerîkî li Sûrîyê Bimînin


Karbidestekî bilind yê Amerîkî îro Çarşemê ragihand ku Serok Donald Trump di civîna Civata Ewlekarî ya Netewî de qayil bû ku hêzên Amerîkî li Sûrîyê bo demeke dirêjtir li wî welatî bimînin.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere be, bal kişand ku Trump biryara demeke dîyarkirî ya vekişîna hêzên Amerîkî neda, lê wî pêgirî xwest ku ew yek di demeke zûtir de pêk were.

“Serok Trump dixwaze têkbirina DAIŞ’ê misoger bike, lê di heman demê de ji welatên herêmê û Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku barê jinûve avakirina Sûrîyê rakin ser xwe,” jederê behskirî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump hefteya borî îşaret dabû ku ew dixwaze hêzên Amerîkî ji Sûrîyê derxîne.

XS
SM
MD
LG