Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Ewrupa Dike Welatîyên DAIŞî ji Sûrîyê Derxînin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew naxwazin bibin alîyekî şerên li Rojhilata Navîn.

Trump bersîva rojnamevanê Fox TV Brian Kilmeade da ku di bernameya FoxandFriends de rexne li wî kiribû.

“Brian Kilmeade ew mijar tevahî çewt fem kiriye. Emê nekevin şerekî navbera du gelan ku 200 sal in dijî hevdu şer dikin. Derfeta Ewrupa hebû ku hemwelatîyên xwe yên DAIŞî ji Sûrîyê bikşînin, lê wan nexwest wî barî hilgirin. Wan xwest ew bar li ser milê Amerîka bimîne.”

Trump got ku Kurd dikarin girtîyên DAIŞ’ê berdin ku me jî têxin nav wê pirsgirêkê.

“Divê ku Kurd di deme nêzîk de DAIŞîyên berdin da ku me jî têxin nav vê kêşeyê. Ewrupî û Tirk, ku piranîya DAIŞî ji wir hatine, dikarin hemwelatîyên xwe ji wir bikşînin lê divê bilezînin. Ser Tirkîyê toleyên mezin yên! Gelo ew birastî hizir dikin ku em bi endama NATO, Tirkîyê têkevin şerekî? Çerên bêdawî wê bi dawî werin!

Trump bi berdewam got ku kesên ku wan xistine nav belayê Rojilata Navîn ew kes in ku naxwazin Amerîka ji wê derê derkeve.

XS
SM
MD
LG