Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump: Talîban Agirbestê Dixwaze


Serokê Amerîka Donald Trump roja Pêncşemê bi awayekî surprîz serdana Afganistanê kir û li wir Roja Spasdarî ya leşkerên Amerîkî pîroz kir.

Donald Trump li Bingeha Esmanî ya Bagramê bi Serokê Afganistanê Eşref Ganî re jî civîya.

Trump di axaftina xwe de da zanîn ku rêvebirîya Washingtonê bi Talîbanê re jinûve dest bi danûstandinan kiriye.

Wî dîyar kir ku Talîban di danûstandinan de lihevkirin û agirbestê dixwaze.

Danûstandinên di navbera rêvebirîya Washington û Talîbanê de di meha Îlonê de jiber hin êrîşên tundrê rawestîyabûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG