Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Qanûna Bacê û Budceya Kindemî ya Hikûmetê Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê li Qesra Sipî, qanûna reforma bacê, ku ji hêla Kongresê ve hatibû pejirandin, îmza kir û ew qanûn êdî bi fermî ketê kiryarê.

Serok Trump herwiha budceya kindemî ya hikûmeta federalî jî îmza kir ku rê li ber daxistina karên hikûmetê digire.

Trump got ku wî xwest qanûna bacê, berî ku ew ji Washingtionê here xanîyê xwe li Mar-a-Lago li Florida, îmza bike, da ku soza berî Krîstmisê qedandina wî karî, bi cîh bîne.

“Min nexwest li benda merasîma fermî ya meha Rêbendanê bisekinim û min nexwest hun li benda min bin. Loma min xwest niha êmza bikim,” Trump li Qesra Sipî ji rojnamevanan re got.

Li gor qanûna nû ya bacê, rêjeya baca kompanîyên mezin, bi mayîndeyî ji 35 ji sedê dikeve 21 ji sedê û rêjeya şexsan jî bi kindemî hindiktir dike.

XS
SM
MD
LG