Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Walîyan Dixwaze ku Tedbîrên Dijî Protestoyan Tund Bikin


Serok Donald Trump bi telekonferansê ji walîyên Amerîka xwest ku tedbîrên dijî protestoyên bo George Floyd tundtir bikin.

Li gor tomara dengî ya CBS Newsê bi dest xistiye, Trump ji walîyan re dibêje ku ew ‘’bi qelsî’’ tevgerîyane.

‘’Divê kontrol di destê we de be, eger hûn nikarin kontrol bikin, hûn wextê xwe bêwate heder dikin.’’ Trump dibêje.

Trump bi berdewamî dide zanîn ku divê ew însanan bigirin û 10 sal cezaya girtîgehê bidin.

Bi kêmî ve li 30 bajaran protestoyên bo George Floyd li dar dikevin û tevî ku li hin herêman qedexeya derketina derve hatiye ragihandin jî xwepêşader guh nadin qedexeyan.

XS
SM
MD
LG