Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kovara Time, Serokê Hilbijartî Trump Wek Kesê Salê Nav Dike


Kovara Time ya Amerîkî, serokê hilbijartî Donald Trump wek kesê salê bijart, bi sedema awayê kempeyna wî ya hilbijartinê û serkeftina wî ya di wê hilbijartinê de.

Time di ragihandina xwe de îro Çarşemê got ku jibo geşbînan serkeftina Trump nerazîbûna girseyan ya hember çîna rêvebirên qurre ye ku ji mêjve wî welatî bi rêve dibin.

Time bi berdewamî da zanîn ku jibo reşbînan, wateya serokbûna Trump hilweşandina normên nirxdar yên şaristanî ye û jahrbûna sîyasetê ya ji alîyê nîjadî, cînsperestî û dijberîya koçberan e.

"Ew biryar jibo min rûmetek e, maneya wê pir e," Trump ji bernameya "Today" ya old NBC re got. Lê Trump nerazîbûna xwe li ser rûberga Time ragihand ku nivîsîbû Trump serokê Amerîkaya perçekirî ye.

“Min Amerîka perçe nekirin. Ew niha perçekirî ne. Emê wan careke din bigehînin hevdû,” wî ji NBC re got.

Trump li ber e di 20ê meha yek de bi fermî sond bixwe p dest bi seroktîya Amerîka bike.

XS
SM
MD
LG