Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Amerîka dê Dijî Tirkîyê Toleyên Giran Ragihîne


Trump û Erdogan,

Serokê Amerîka Donald Trump, ser qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson twîteke nû belav kir.

Trump dîyar kir ku Amerîka dê jiber ‘’girtîbûna demdijrêj’’ ya Brunson dijî Tirkîyê toleyên giran ragihîne.

Dadgeha Îzmirê biryar dabû ku cezaya girtinê ya Brunson di mal de bidome û dijî wî qedexeya derketina derve ragihandibû.

‘’(Brunson) êşeke mezin dikişîne. Ew merivê bawermend yê bêguneh divê demûdest were berdan’’ Trump nivîsî.

Andrew Brunson, ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye û jiber girtibûna wî girjîya di navbera Washington û Enqerê de gur dibe.

XS
SM
MD
LG