Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Geşbîn E ku Demokrat Piştgirî Bidin Plana Wî ya Parastina Sînor


Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê got ku “şanseke baş” heye ku Demokratan dê piştgirî bidin hewilên wî yên reformkirina sîstema koçberîyê û parastina sînor.

“Demokrat niha pêdihesin ku li ser tixubê me Rewşa Awarte heye. Ger em bi hevre bixebitin, ew pirsgirêk demûdest bi hêsanî dikare were çareser kirin. Pêdivîya me bi dengên Demokratan heye û her tişt wê baş be!” Trump ji ser Twitterê got.

Seroka Civata Nûneran ya Demokrat Nancy Pelosi roja Pêncşemê ragihandibû ku ew ji piştgirîdana diravên bo armancên awarte vekirî ne ku krîza mirovahî ya li sînorê Meksîko çareser bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku jibo derbazkirina pêşnîyareke qanûnê, divê Demokrat jî piştgirî bidin ku piranîya Civata Nûneran di destê wan de ye, lê Civata Senatoran ya Amerîkî ku beşa jorîn ya Kongresê ye, di destê Komarîyan de ye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG