Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Biryara Trump ya Avakirina Herêmên Ewle li Sûrîyê Kêfxweş E


Wezareta Karên Derve yên Tirkîyê li ser herêmên ewle, ku Amerîka dixwaze li Sûrîyê ava bike, daxuyanîyek da û eşkere kir ku ew ji destpêkê ve alîgirê herêmên ewle ne.

Serokê Amerîka Donald Trump do Çarşemê di ser kanala ABC re dîyar kiribû ku bo penaberên jiber şer direvin ewê li Sûrîyê herêmeke ewle ava bikin ku penaber neyên Ewrupa û Amerîka.

Li ser vê yekê Berdevkê Wezareta Karên Derve yên Tirkîyê Huseyîn Muftuoglu îro Pêncşemê da zanîn ku ew ji berê de dixwazin li Sûrîyê herêmên ewle çêbin.

''Jibo herêmên ewle mînaka herî baş Cerablus e, ku piştî me ewlehîya wir çêkir bi deh hezaran birayên me yên Sûrî vegeriyan wir. Hîn ji destpêkê ve Tirkîye dixwest li Sûrîyê herêmên ewle çêbibin,'' Muftuoglu got.

Hêjayî balkişandinê ye, di sala 2016'an de Amerîka 85 hezar penaber pejirandibûn ku nêzî 13 hezar ji wan ji Sûrîyê bûn.

Serokê berê Barack Obama jibo sala 2017'an wergirtina 110 hezar kiribû armanca Amerîka, lê serokê niha Trump ew biryar bi tundî rexne kiribû.

XS
SM
MD
LG